Li Amûdê jinên ciwan ên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan meşek li dar xistin.
Meşa jinên ciwan ji ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger dest pê kir. Di meşê de dirûşimên dilsoziya bi Ocalan re hatin qêrîn û azadiya Ocalan hate xwestin. Jinên ku li piraniya kolanên Amûdê geriyan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdula Ocalan, jinên ku di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dabûn, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û kurdî vekirin.
Meşvan dema gihiştin qada Şehîd Cîhad Dêrik ji bo ''şehîdên şoreşê'' deqeyek rêzgir girtin. Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Jiyan Senan li vir axaftinek kir. Senan di axaftina xwe de got: '' Em berxwedana we ji bo azadkirina Rêber Apo silav dikin, tevî hemû zehmetiyan jî îro yekem care ku jinên ciwan îradeya xwe ya azad nîşan didin û meşeke wiha li dar dixînin''.
Senan di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku jinên Rojavayê Kurdistanê dê rola xwe di qadên xebatê de bilîzin, wê felsefeya Ocalan ya ku azadiya civakê bi azadiya jinêve girêdide esas bigrin.
Piştî axaftinê jinên ciwan berê xwe dan Riya Qamişlo û diyar kirin ku dê li ji bo azadiya Ocalan her dem çalak bin. Her wiha berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) silav kirin. Meş li ser riya Qamişlo bi dawî bû