Li Amûdê li hember nirxên gel kiryarên kirêt

Li Amûdê li hember nirxên gel kiryarên kirêt

Li Amûdê kesên nenas wêneyên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi boyaxê reş kirn û gelê Amûdê nerazîbûneke tund nîşanî vê kiryara li hemberî nirxên xwe da û diyar kir ku ew ê rê nedin kiryarên bi vî rengî.

Doh li bajarê Amûdê kesên nenas wêneyên cangoriyên azadiya gelê kurd ku ji aliyê Meclisa Gel a Bajarê Amûdê beriya demekê hatibû dailqandin, hatin daxistin û bi boyaxa reş hate boyaxkirin.

Kiryarên van kesan bû sedema nerazîbûna gelê bajêr û gelê bajêr peyam da ku ew ê kesên ku van kiryaran dikin bê ceza nehêlin.

Saziya Malbatên Şehîdan xwest ku ev kesên ku bi van kiryarên kirêt li himber nirxên gel dikin, bê ceza nemîne û wana weke “kesên bê ehlaq” bi nav kir.