Piştî ku 20’ê Kanûnê Serokê CHP’a Amedê îstîfa kir, Beşîr Îpekçî yê anîn cihê wî bibiryara Lijneya Rêveberiya Navendî ya CHP’ê ve ji peywirê hate girtin.
Piştî ku Serokê CHP’ê Amedê Haşim Ozkoyûncû 20’ê Kanûnê ji peywira xwe îstîfa kir, Beşîr Îpekçî anîbûn cihê wî duh bi biryara Lijneya Rêveberiya Navendî ya CHP’ê ve ji peywirê hate girtin. Li Amedê Ozkoyûncû ji ber sedema nîqaşên di nava partiyê de kongreya bajar nehatibû kirin û ji aliyê LRN ve di meha Hezîranê de hatibû tayîn kirin. Ozkoyûncû piştre di kongreya hatî kirin de weke serokê bajar hatibû hilbijartin. Ozkoyûncû biryarên di kongreya awarte ya LRN’ê ne anîbûn cih û îstîfa kiribû.
Piştî îstîfaya Ozkoyûncû, Beşîr Îpekçî anîbûn cihê wî û hate hînbûn ku piştî hevdîtina bi Alîkarê Serokê Giştî Adnan Keskîn bi biryara LRN’ê ji peywirê hatiye girtin.
Îpekçî jî di nav de di nava salekê de 5 kes ji Rêxistina CHP’ê ya Bajarê Amedê veqetiyan.