Li Amed û navçeyên wê qutkirina ceyranê êdî bi awayekî sîstematîk dê pêk were. Midûriyeta Belavkirina Elektîrîkê ya Dîcleyê A.Ş (DEDAŞ) diyar kir ku li Bajar ji îro şûnde dê li ceyran li gorî herêm û saetan bê birîn û der barê vê de jî bernameyek amade kir.
Bi hatina mehên zivistanê re li Amedê di nava rojê de ceyran tên birîn. Li hin taxên ku şêdetir şevneşîn hene carna bi rojan ceyran nayê dayîn û ev birîna ceyranê jî gel êdî bêzar kiriye.
DEDAŞ’ê bernamyeke nava saziyê weşand û ferman ji îro şûnde li kîşan herêman û di kîşan saetê de dê ceyran bê birîn diyar kir.
Di bernameya ku Midûriyeta DEDAŞ’ê weşand de, li Sûr, Yenîşehîr, Baglar û Kayapinarê di kîjan saet û çiqas dê dem bidome hat diyarkirin.
Ji îro şûnde di navbera 09.00 û 23.00’an de di saetên diyarkirî de dê herêmên hatine diyar kirin ceyran bê birîn.
Bertekên li hemberî birîna ceyranê didomin. Rojek brê li taxên navçeya Yenîşehîr û Baglarê ji ber birîna ceyranê gel protesto kir û duh jî li bajarja Çarikli ya Surê ji ber pirsgirêka ceyranê gel riya Mêrdîn-Amedê li trafîkê girt. Ji ber ku rê li trafîkê nehat vekirin polîsan bi wesayîtên zirxî ketin bajarokê û bi ava şid û bombeya gazê êrîşê gel kir.