Li Amedê ji duh ve baran dibare û ji barana dijwar li bajaroka Çarikli ji 30’yî zêdetir xanî û kargeh di bin avê de man.
Li Amedê di 24 saetên dawî de serî metrekareyî 38 kîlogram baran barî û li Çarikli gelek xanî û kargeh di bin avê de man.
Her wiha maşîneyên kar yên ku di xebatên kawşxa Koprulude de jî dihatin bikarnîn di bin avê de man.
Li hin tax û kolanan jî ji ber ava kom bibû di serî de xwendekar û welatiyan zehmetiyên mezin kişandin û wesayîtên di rê de man jî bi alîkariya maşîneya kişandinê hatin derxistin.
Li amedê rayedarên midûriyeta herêma meteorolojiyê diyar kirin ku hewaya sar dê du rojên din jî bidome. Rayedaran welatî hişyar kirin ku dibe ku ji ber ava baranê lehî rabe û gotin li dijî vê tedbîrên xwe bigirin. Her wiha hat diyar kirin ku îro û sibê dê serî metrekareyî 50 kîlogram baran bibare.