Li gel rejima AKP’ê sîstema nû ya perwerdeyê xiste meriyetê, li hinek dibistanên Amedê waneya ol ya weke waneya vebijêrk tê xwendin, melayan dest bi peywirê xwe kir.
Li gorî agahiyên hatine girtin, bi perwerdeya nû re waneyên ol ku bi sîstema 4+4+4 re weke waneya vebijêrk dê bê xwendin, bihinceta ku ‘mamosta kêmin’ ji aliyê melayan ve tê dayîn.
Hate diyarkirin ku, jiyana Hz Muhamed û perwerdeya quranê ya li Dibistana Seretayî ya Cemîl Ozgur ya di kampusa Zanîngeha Dîcleyê de dê ji aliyê melayên mizgeftê yên perwerdeya formasyonê dîtine, tê dayîn.
Hinek serweran bertek nîşan da ku, çima vê waneyê ne mamostayên Ol û Zanîsta Exlaqî nadin, mela didin, rêveberiya dibistanê jî hinceta “mamosta nînin” nîşanda.