Îro li Amedê piştî ku polîsan destûr neda meşa biboneya salvegera komkujiya Roboskiyê, koma ku li ser rêya Sento ya navçeya Rezanê xwest bimeşin polîsan bipanzeran êrîşî girseyê kir.
Dema ku polîs ji panzer hatin xwar û xwest êrîş bike, du bombeyên dest çêkirî avêtin polîsan. Di teqîna rûdayî de 2 polîs birîndar bûn. Polîsên birîndar rakirin Nexweşxaneyê Lêkolîn û Perwerdeya Amedê. Gelek wesayîtên zirxî yên polîsan şandin herêmê.