Li Amedê li dijî meşa komkujiyê benda polîsan

Li Amedê li dijî meşa komkujiyê benda polîsan

Jinan li Amedê bi armanca şermezarkirina qetilkirina 3 jinên Kurd xwestin meşekê pêk bînin. Lê jinên ku xwestin bimeşin rastî barîkat û astengiya polîsan hatin.

Rêxistina BDP'ê ya Amedê bi armanca şermezarkirina komkujiya 3 siyasetmedarên Kurd ên jin ên li paytexa Parîs ya Fransayê pêk hat, xwest meşekê li dar bixin. Polîsên ku li pêş meşa jinan bend danîn meş asteng kir. BDP'yî li Çar rêyana Rezan hatin cem hev û xwestin ber bi Parka Koşuyoluyê ve dest bi meşê bikin. Girseya kom bû, rastî astengiya polîsan hat. BDP'iyan ji bo astengiya polîsan rakin bi polîsan re ketin nava diyalogê.