Li Amedê kuştinek kiryar nediyar

Li Amedê kuştinek kiryar nediyar

Li navçeya Yenîşehîr ya Amedê cesedê kesê binavê Yaşar Baltaci (34) hate dîtin. Hate hînbûn ku, Baltaci bi guleyekî ya li eniya wî daye hatiye kuştin.

Li gorî agahiyên hatine girtin, li girê Şahînler yê bajarokê Çarikli yê ser bi navçeya Yenîşehîrê di demjimêrên sibehê de, dema welatiyan kesekî ku tevger nake dît agahî da polîsan. Yekîneyên hatine cihê bûyerê, di hûrkolînên li ser cesed hatin kirin de hate hînbûn ku, kesê binavê Yaşar Baltaci biguleyekî ya li eniya wî dane kuştine. Hate tespît kirin ku, Baltaci beriya vê sabiqeya wî ya mirov birîndar kirin û mesken dayîna ber guleyan hebû. Polîs ji bo cînayetê ronî bikin, dê mobese û kamerayên ewlekariyê lêkolîn bikin. Ji bo otopsiya cenazeyê Yaşar Baltaci rakirin Nexweşxaneya Dewletê.