Li Amedê Konferansa Êzidiyan destpê kir

Li Amedê Konferansa Êzidiyan destpê kir

Konferansa Êzîdiyan ya ji hêla Komisyona Kêman û Baweriyan ya KCD'ê ku tê lidarxistin û dê 2 rojan berdewam bike, bi beşdariya nûnerên êzîdiyan re destpê kir.

Konferansa Êzîdiyan ya ku ji hêla Komîsyona Kêman û Baweriyan ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ve bi şiyara "Bi rêxistinbûnê bi azadiyê ve dimeşin" li Amedê hate lidarxistin. Konferansa ku li Salona Resepsiyonê ya Sumerparkê pêk tê, Êzîdiyên ku bi zorê hatine koçber kirin di serî de ji welatên Ewropa û gelek welatên cûda yên cîhanê beşdar bûn. Bi armanca ku tê xwestin bên jibîrkirin, ji rewşê zelal bikin, nîqaşkirina pirsgirêkan û pêşniyarên çareseriyê pêş bixin di dîrokê de cara yekemîn di asta navneteweyî de konferanseke wiha yên Êzîdiyan tê lidarxistin.

Di konferansa ku dê 2 roj dom bike de rihspiyên êzîdiyan yên ji Başûrê Kurdistanê Mîr Tahsîn Seîd, Hazim Seîd, Baba Şêx, ji Sûriyeyê Bavê Cemîl, ji Elmanyayê Hoşeng Biroka, ji Ermenîstanê Temûr Hasanov, Serokê Giştî ya PÇDK'ê Diyar Xerîb, Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tûglûk, Qeymeqamê Şengalê Dexîl, Parlementera berê ya Parlementoya Ewropayê Feleknas Uca, Endamên Meclîsê yên Daîmî ya KCD'ê, parlementerên BDP'yî, nûner û rêveberên TZPKurdî, Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê, DÝAY-DER, rayedarên Kîlîseya Miryem û Ermenî, HDK, Ewropa, Rûsya, Başûrê Kurdistanê, Sûriye jî gelek kes beşdarî konferansê bûn.

Li salona konferansê pankarta "Em bi rêxistinbûnê ber bi azadiyê ve dimeşin" hate daliqandin. Delegeyên hatin salona konferansê piştî deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Yên ked dane ji bo amadekariya konferansê yek bi yek dawetê ser dikê kirin û ew pîroz kirin. Pişt re qûrnefîlan dane wan. Yên derketibûn platformê qûrnefîlên girtibûn yek bi yek li rihspiyên Êzîdiyan belav kirin. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, ji bo axaftina vekirinê di nava çepikan de derkete ser dikê û axivî. Turk diyar kir ku, bi salane li ser Êzîdiyan pêkûtiyên mezin hatine kirin û gelek êş bi wan dane kişandin. Turk anî ziman ku, gelek hemwelatiyên Êzîdî di qirkirinê de derbazbûne.

'DI BIN NAVÊ OLA ÎSLAMÊ DE ÊZÎDÎ HATIN QETILKIRIN'

Turk diyar kir ku, komkujî piranî li ser navê ola îslamê hatin kirin û wiha got: "Lê di Quranê de tiştekî wisa tuneye. Di dema Abbasiyan de komkujî hatin kirin. Di dema Osmaniyan de û dema Yavuz Sultan Selîm de qirkirin hatin kirin. Di dîrokê de her tim li hemberî êzîdiyan komkujî hatin kirin. Dîroka Êzîdiyan dîroka komkujiyane. Êzîdî rastî zilmekî gelek mezin hatin. Şengal hate talankirin. Heta niha 73 komkujî li dijî Êzîdiyan pêk hatin. Divê kurd bi armancên wekhev bibin yek."

'EM DIXWAZIN GELÊ ÊZÎDÎ ME EFU BIKE'

Turk anî ziman ku, bi ji bo gelê Kurd Êzîdiyên kurd qetil bikin gelek lîstik hatin lîstin û li Botanê her tim Êzîdî rastî zext û zordariyan hatin, Alayên Hamîdiye hat Şengalê Êzîdî talan kirin. Turk da zanîn ku, Êzîdiyan her tim ji bo ol û civaka xwe têkoşîn meşandin û wiha axivî: "Rastî jî dema ku ez Êzîdiyan dibînim ez nizanim ez dê çi bêjim. Ji ber ku ez gelek xemgînim. Xwîna Êzîdiyan di dest bapîrên me de heye. Li eniya bapîrên me lekeyekî qirêj heye. Em dixwazin hûn me efo bikin. Dijminên kurdan Kurd bi hev dan qetilkirin. Divê ev yekê di dîroka kurdan de neyê ji bîrkirin. Faris, Tirk û Erep dixwazin kurdan bê nasname bihêlin."

MÎR TAHSÎN SEID: HÛN 100 ZIMANAN JÎ BIZANIN WEKE ZIMANÊ ZIKMAKÎ NABE

Ji rihspiyên Êzîdiyên li Herêma Başûrê Kurdistanê hatin Mîr Tehsîn Seîd bangî ser dikê hate kirin. Mîr Tahsîn Seîd ji ber temenê xwe yê borî bi zorê xwe li ser piyan digirt. Seid spasiyên xwe pêşkêşî kesên konferans amade kirin kir û diyar kir ku, berî her tiştî dem dema yekîtiyê ye. Mîr Tehsîn Seîd anî ziman ku, Êzîdî li ser vê xakê hatin belavkirin û wiha got: "Divê Êzîdî li herêman neyên belavkirin. Hemû yekin. Êzidî ji komkujiyên mezin re hatin derbazkirin. Sedema komkujiyan yekîtî tunebûn. Divê Kurd zimanê zikmakî ji bîr nekin. Heke hûn 100 zimanan jî bizanin weke zimanê zikmakî nabe." Piştî axaftinê Mîr Tehsîn Seîd, tabloya wêneyê Laleşê li ser diyarî Turk hate kirin. Piştî re Turk destê Mîr Tehsîn Seîd maç kir.

Piştî axaftinan konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Konferans dê 2 rojan berdewam bike. Di konferansê de mijarên weke "Di têkoşîna kurdan de nasnameya Êzîdiyan", "Di dîrokê de hebûn Êzîdiyan" û "Di dîroka Êzîdiyan de rola jinê" bên nîqaşkirin. Di roja duwemîn de jî mijarên "Pirsgirêkên Êzîdî dijîn" û "Ji bo yekîtiya kurdan pêşniyarên çareseriyê" bên nîqaşkirin. Piştî konferansê dê encamname bê aşkerakirin.