Endamên Platforma Ji Roboskî re Edalatê, parlementerên BDP'ê Emîne Ayna û Nursel Aydogan belavokên bangewaziya meşa bi armanca şermezarkirina komkujiya Roboskiyê belav kirin.
Endamên Platforma ji Roboskî re Edalatê ji aliyê 850 sazî û dezgehan ve hatin avakirin têkildarî salvegera komkujiyê de li ber ACZ Plazayê hatin cem hev û belavok xwendin û pişt re ew belavok belav kirin.
Endama Meclîsa Daîmî ya KCD'ê û Parlementera BDP'ê Amedê Emîne Ayna û Parlementera BDP'ê Nursel Aydogan, Alîkarê Serokê Giştî yê KADEP'ê Nadîr Yektaş, Berdevkê HDK'ê yê Amedê Huseyîn Bardakçi û gelek endamên platformê tevî belavkirina balevokan bûn.
Berî belavkirina belavokan Parlementera BDP'ê Nursel Aydogan axivî û diyar kir ku komkujiya Roboskiyê nîşaneya çareseriya pirsgirêka kurd di kîjan astê de ye û hêj kiryarên Roboskiyê nehatine darizandin. Aydogan, anî ziman ku hikûmeta AKP'ê li ser navê "rewşê zelal bike" tu gav neavêtin û êdî baweriya malbatên Roboskiyê bi edaletê nemaye û wiha got: "Doza Roboskiyê êdî doza Roboskiyan nîn e. Êdî doza kesên li edaletê digerin e." Aydogan, da zanîn ku daxwaza raya giştî ya Tirkiyeyê ew e ku komkujî bê zelalkirin.
Aydogan, bilêv kir ku ew vê dozê ji bîrnakin û nadin jibîrkirin û xwest ku hemû kes piştgiriyê bidin çalakiya di navbera 27-28'ê kanunê de pêk bê. Aydogan xwest ku hemû welatî di 27 û 28'ê kanunê de li malên xwe alên reş daliqînin û çalakiya lempeyan vemirin li dar bixin û komkujiya Roboskiyê ji bîrnekin.
Piştî axaftinê li semta Ofîsê ji bo tevlîbûna meşa dê di 27'ê kanunê de li Çarriya Rezan hate Parka Koşuyoluyê pêk bê belavok belav kirin.