Li Amedê êrîşa çekdarî: 3 birîndar
Li qehwexaneya li Kolana Emekê ya navçeya Rezan a Amedê di encama gulebaranê de 3 welatî birîndar bûn.
Li qehwexaneya li Kolana Emekê ya navçeya Rezan a Amedê di encama gulebaranê de 3 welatî birîndar bûn.
Li qehwexaneya li Kolana Emekê ya navçeya Rezan a Amedê di encama gulebaranê de 3 welatî birîndar bûn.
Li Kolana Emekê ya navçeya Rezan a Amedê li hemberî Salona Okeyê ya bi navê Firat Fayansçilar ji wesayîta bi navê doblo ya zer gule hatin rêşandin.
Di encama gulebaranê de welatiyê bi navên Îslam Aslan (65), Mustafa Aslan (25) û welatiyê bi navê Mustafa yê paşnavê wî nehate zanîn li ber qehweyê rûdiniştin ji piyên xwe birîndar bûn. Welatiyan Îslam Aslan û kurê wî Mustafa Aslan bi wesayîtan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî û welatiyê bi navê Mustafa jî birin Nexweşxaneya Sultanê.
Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.
ŞAHIDÊN BÛYERÊ AXIVÎN
Şahidên bûyerê yên di dema êrîşê de li qehwê gotin êrîş seat di 19.24’an de pêk hat û ji wesayîta doblo ya zer gule hatin rêşandin û ber bi Dibistana Polîsan ve reviya. Ekîbên Lêkolînê li li cihê bûyerê lêkolîn kirin.
KAMERAYÊN MOBESE HENE
Li kolana êrîş pêk hatin li her du aliyan kamerayn mobese hene û tê gotin ku li ser qeydên kamerayan wesayît û êrîşakar bi awayekî rehet dikarin bên tesbîtkirin. Li ser camên qehweyê wêneyên namzetên HDP’ê yên Amedê hebûn.