57'emin rûniştina doza 110 jê girtî 175 siyasetmedarên Kurd ku di nav de parlementerê DEP'ê Hatîp Dîcle û Parlementerê BDP'ê Kemal Aktaş jî heyî li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Amedê destpê kir.
57'emin rûniştina doza 110 jê girtî 175 siyasetmedarên Kurd ku di nav de parlementerê DEP'ê Hatîp Dîcle û parlementerên BDP'ê Kemal Aktaş û Selma Irmak û Edîtorê DÎHA'yê Tayîp Temel jî heyî li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Amedê destpê kir. Polîsan li derdora Edliyeya Amedê tedbîrên gelek berfireh girtin û piştî lêgerînan welatî dikevin edliyeyê. 34 girtî ji ber raporên wan hene tevlî rûnştinê nebûn. Berdevkê Hewildana 78'an Celalettîn Can û gelek xizmên girtiyan dozê dişopînin.