Li Amedê dê Konferansa Êzidiyan ya Navnetewî pêkwere

Li Amedê dê Konferansa Êzidiyan ya Navnetewî pêkwere

Komîsyona Baweriyê ya KCD bi civînek ya çapemeniyê ragihand ku, di 17-18’ê Cotmehê de Konferansa Êzidî ya Navnetewî pêkbînin. Di civîna çapemeniyê de Parlementerê Amedê Altan Tan axivî û ragihand ku, gelê Êzidî bi dirêjahiya dîrokê re rastî komkujiyên mezin hatiye. Hunermend Amele Aktaş jî da diyarkirin ku, demekê li Amedê 365 gundên Êzidiyan hebûn îro tenê 6 gundên Êzidiyan hene û got; “Amedê dilê xwe ji me re vekir, em di keyfxweşiya vê de ne.”

Komîteya Amadekariya Konferansa Êzidiyan ya Navnetewî bi navê Komîsyona Baweriyan ya KCD, di derbarê Konferansa Êzidiyan ya Navnetewî ku dê di 17-18’ê Cotmehê de pêkwere li avahiya KCD civînek ya çapemeniyê lidarxist.

Daxuyaniya ku Parlementerê Amedê Altan Tan da aşkera kir ku, dê ji 100’î zêdetir delege tevlî Konferansa Êzidiyan ya di 17-18’ê Cotmehê li Sûmerparkê pêk bê bibin.

Tan da diyarkirin ku, ji demborî heya îro gelê Êzidî gelek êş kişandine û wiha got: “Gelê Êzidî rastî gelek komkujiyên mezin û êşan hatiye. Gelek pirsgirêkên, aborî, siyasî û dîrokî yên gelê Êzidî yên belavî çar aliyên cîhanê bûne hene.” Tan destnîşan kir ku, dê di konferansa bê li darxistin de dê li çareseriya van pirsgirêka bigerin.

Hunermendê Êzidî Amele Goktaş da diyarkirin ku, gelê Êzidî bedelên mezin dane û wiha ravekir: “Li rexmê ku me li ser vê axê 73 komkujî derbaz jî kirin, me karî ziman, çand û olê xwe biparêzîn. Me berxwedan kir. Gelek sedemên ji vir çûyîna me hene. Gelo em ji vê axê silbûn yan ev axe ji me? Em nizanîn. Me îxanet li vê axê nekir. Em bi xwedayê xwe re jî Kurdî di axivîn, em hemû duayên xwe bi Kurdî dikîn.”

Goktaş got, “Amedê dilê xwe ji me re vekir, em di keyfxweşiya vê de ne.” Ji ber vê çendê girîngiya konferansê zêdetire.

Goktaş destnîşan kir ku, belkî cara yekem Amed malovaniyê ji ew qas Êzidiyan re bike û got: “Vê axê em qebûl kirin. Me jî ev axe qebûl kir. Em keyfxweşiya vê jiyan dikin. Ji Botanê heya Dîcleyê dîroka me dirazê.”

JI 365 GUNDÊN ÊZIDIYAN TENÊ 6 GUNDÊN ÊZIDIYAN MANE

Goktaş balkişand ser ku, demekê 365 gundên Êzidiyan li Amedê hebûn, îro jî tenê 6 gundên Êzidiyan mane. Goktaş da zanîn ku, ji bo konferansa Êzidiyên tevayî cîhanê jiyan dikin tê li darxistin dê “Dê bixêr be yan ferman be?” bi mereq libendê ne. Goktaş herî dawî ragihand ku, ev konferans dê ji bo wan deriyê xêrê be.