Li Amedê coşa Mîhrîcana Muzîkê didome

Li Amedê coşa Mîhrîcana Muzîkê didome

Di çarçoveya 1'emîn Mihrîcana Muzîkê ya bi hişyariya "Bi deng û rengê hunerê ber bi azadiyê ve dimeşin" li gelek kolanên Amedê şahî û konser hatin lidarxistin. Bi hezaran kes tevlî şahiyên muzikê bûn û kêfa muzîkê derxistin.

1'emîn Mihrîcana Muzîkê ya Amedê, bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê, Sûr, Rezan, Peyas û Yenîşehîrê bi hişyariya "Em bi deng û rengê hunerê ber bi azadiyê ve dimeşin" şevê din li salona Navenda Çandê ya Ciwanan û Cegerxwîn û Parkormanê bi konseran bendewam kir. Bi hezaran kes tevlî konserên muzîkê bûn coşiyan. Di bernameya konserê ya Cegerxwîn de koroya zarokan ya Navenda Çandê ya Dîcle Firatê, Yusuf Roman amada bûn. Di bernameyê de ji ber ku Îranê destûr neda Yalda Abbasi û Mohsen Mizazade nekarîbûn bên Amedê û tevlî şahiyê bibin. Koroya jinan ku bi cilên xwe yên neteweyî derketin ser dikê reng dan şevê.

Di konsera Parkormani ya Peyasê de jî Koma Jiyara derket ser dikê û stran gotin. Dema kom derket ser dikê bê navber dirûşmeyên "Biji serok Apo", "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Piştî komê starên xwe xilas kirin endamê komê got "Bila zarok neyên kuştin, zarok bafirokên xwe bi azad bifirînin" û salvegera kuştina Ceylan Onkol bibîr anî. Girseyê di konserê de bê navber sloganên "Şehîd namirin" berz kir. Pişt re Koma Newayên Ro derket ser dikê û strana hozan Hogir ya "Dîrok" stran. Herî dawî hunermend Adil Bêrtî, Îlkay Akkaya û Çopî derketin ser dikê û stran gotin.