Li navçeya Sûrê ya Amedê ciwanê bi navê Metin Perîhan (30) ku xwe ji qatê 5'an avêt mir.
Li navçeya Sûrê ya Amedê ciwanê bi navê Metîn Perîyan (30) ku xwe ji qatê 5'an ya Otela Balkanê avêt xwar, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Perihan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê. Xwediyê Otelê Hacî Bedrî Aslan diyar kir ku, Metin ciwanekî pir baş bû û tu pirsgirêkên wî tune bûn. Aslan da zanîn ku, ew nizanin çima wisa kir.