Li navçeya Erxenî ya Amedê, di dewatekê de di encama gulebarandina bi tifenga nêçîrê ciwanekê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyan, di dawetek ya li gundê Gozekaya ya ser bi navçeya Erxeniyê ve bi tifenga nêçîrê gule reşandin.
Seçmeyên tifenga nêçîrê li ciwanekê 25 salî yê binavê Remzî Yilmaz ketin û giran birîndar bû.
Yilmaz rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê lê li rexmî hemû mudaxeleyan nehat rizgarkirin.