Cejna malbata Êzidî ya ku li gundê Behçecîk ku êzidî tenê li wî gundî jiyan dikin, her wiha tenê yek malbata Êzidî li wir maye, hate pîroz kirin.
Wekîlê Şaredarê Sûrê Kemal Guler, Şêwirmendê Şaredar Nakşî Sayar, Serokê Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Mirovên Oldar (DIAY-DER) Zahît Çîftkuran û endamên DIAY-DER’ê tevlîbûn.
Mêvanên ku çûne gundê Behçecîk yê Amedê ku piraniya wan Êzidiyan lê jiyan dikir, lê belê niha tenê malbatek maye, li vir cejna malbata Êzidî pîroz kirin. Şêwirmandê Şaredara Sûrê Nakşî Sayar diyarkir ku, “Hebûna welatiyên me yên xwediyê bawerî û çandên cûda ji bo me û bajarê me dewlemendiyeke.” Şêwirmenda Şaredara Sûrê Nakşî Sayar destnîşan kir ku, beriya 40 salan li gundê Bahçecîk ji 50 malbatan zêdetir Kurdên Êzidî hebûn, “Lê belê niha li vî gundî tenê malbatek maye. Li rexmî vê hem di şekilgirtina nû ya cîhanê û hem jî ya Rojhilata Navîn bitaybet jî di erdnîgariya ku em têd jiyan dikin de, dê derfet çêbibin ku dîsan vegerin li ser warên xwe. Ez ji dilê xwe vê bawer dikim.”