Li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê dema ku wextê serdanê derbazbû û destûr nedan xizmên nexweşan bikevin serwîşê di nav de bijîşk jî heyî 4 xebatkarên nexweşxaneyê hatin derb kirin. Hate ragihandin ku, bijîşk Rabîa Onal ya nexweşa astimê ye pora wê girtin û li erdê xişikandin û serê wê li dîwar dan, her wiha rakirin beşa cerahiya mejî. Xwişka Onalê jî da diyarkirin ku, polîs û leşkeran êrîşkir û serbest berdana wan ew gelek xemgîn kirine.
Şeva din xizmên Kazim U (82) ku li Serwîsa Çavdêriya Beşa Hematolojî ya Nexweşxaneya Fakulteya Tibê dima Berfîn A, Sîbel S, Kemal A û Osman U têkildarî demjimêra serdanê bi peywirdanên serwîsê bijîşk Rabîa Yeşîm Onal (26) û Gulay Ateş, bijîşk Emrûllah Sevîm û personel Veysî Îlhan de nîqaş derket.
Piştî ku nîqaş mezin bû xizmên nexweş êrîşî xebatkarên tenduristiyê kirin. Hate diyarkirin ku, bijîşk Rabîa Yeşîm Onal ya nexweşa astimê ye pora wê girtine û li sere xişikandine, her wiha rakirine serwîşa cerahiya mejî. 3 xebatkarên din jî ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Amedê rapora lêdan xwarine girtin.
Ji ber sedema nexweşiya astimê jî li rexmî 12 demjimêr li ser bûyerê re derbaz jî bûn hêjan şoka tiştên bi serê wan hatine li ser xwe ne avêtiye û dermankirina Onalê hêjan didome.
Xwişka bijîşk Onalê Gulen Onalê jî da diyarkirin ku, dema xwişka min destûr neda xizmên nexweş bikevin beşa çavdêriyê rastî êrîşa 4 kesan hatiye. Gulenê got; “Li gorî vegotinên hevalên wê êrîşkaran pora serê xwişka min girtine, li derê xişikandine û li dîwar dane. Heta ku ketiye krîzê li dîwar dane. Di dema ku her xişikandine û li dîwar dane, li xebatkarên din jî dane. Yek ji vana polîse, yê din jî weke çawişê pispor peywirdare. Me zanî ku êrîşkar serbest hatine berdan. Vê em hînbêhtir xemgîn kirin.”
Serhekîmê Nexweşxaneyê Prof. Dr. Seîd Alan serdana bijîşk Onalê kir û silametî jêre xwest. Li vir Prof. Dr. Alan axivî û da diyarkirin ku, xizmên nexweşan yên di demê serdanê de nayên û xebatkarên tenduristiyê yên ew hişyar jî kirin rastî êrîşê hatine. Alan got; “ Em nêzîkatiyên dij mirovahiyê şermezar dikîn. Li rexmî ku moralê me xistin jî dê ev êrîş zewqa me ya kar neşkênin. Em pîşeyekî zor û pîroz dikin. Eger bi vî awayî be em dê nekarin bi awayek baş xizmetên tenduristî bidin. Em vê nêzîkatiya ne mirovane qebûl nakîn. Dema ku em vê pîşeya pîroz dikin û rastî tundiyê tên rûmet şikandine û moralê xirab dike. Me giliyên pêwîst kirin. Em daxwaz dikin ku, ji vir pêve emniyeta me û dozgerên me hişyartir bin.”