Li Amedê çavtirsandina rojnameyên herêmî!

Li Amedê çavtirsandina rojnameyên herêmî!

Rojnameyên herêmî li Amedê dema ku girtiyên li girtîgehan bi daxuyaniyekê çalakiya birçîbûnê bidawî kirin , ji ber ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re gotine ‘Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan’, Serdozgeriya Komarê ya Amedê di derbarê gerînendeyên weşanên 3 rojnameyên herêmî doz vekir. Di çarçoveya lêpirsînê de rojnamevan çûn Şaxa Ewlekariyê ya Midûriyeta Polîsan îfade dan.

Çalakiya birçîbûnê di roja 67’mîn de bi rêya birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan bang kir û xwest dawî li çalakiyê were, ji ber ku rojnameyan jî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ‘Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan’ nivîsandibû Serdozgeriya Komarê ya Amedê di derbarê gerînendeyên weşanê yên 3 rojnameyan doz vekir.

Gerînendeyê giştî yê weşana rojnameya Guneydoguekspres Ercan Akar, gerînendeyê giştî yê weşana rojnameya Ozgur Haber Nacî Sapan û gerînendeyê giştî yê weşana rojnameya Yenî Gun Mesût Figançîçek, bi îdîaya “pesindana sûc û sûcdar” vexwendin li Şaxa Ewlekariyê ya Midûriyeta Polîsan ya Amedê îfadeyan bidin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê vekirî, ji 3 rojnamevanên weke ‘bigûman’ îfadeyên wan girtin, ji wana pirsên manşeta 18-19-20’ê Mijdarê yên “Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan” pirsîn.