Hate diyarkirin ku, li Amedê ji bo bîranîna 34 ciwanên Kurd yên di bombebarana Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dan, bombeyên deng avêtin 3 dibistanan. Dibistanan zirarek mezin ya aborî dît.
Şeva din di demjimêr 23.30’an de hate diyarkirin ku, bombeyên deng avêtine 3 dibistanên cûda. Bombeyên deng yên hemwext avêtin dibistanên Vehbî Koç, Dibistana Seretayî ya Ataturk û Amadeyiya Fatîh bidengek mezin teqiyan. Di dibistanan de zirarek mezin ya aborî çêbû. Hate ragihandin ku, çalakî ji ber sedema bîranîna 34 ciwanên Kurd yên par li Roboskiyê hatibûn qetilkirina hatiye kirin.