Li Amedê bertek ji bo qedexekirina mîtînga KESK’ê
Platforma Demokrasî û Kedê ya Amedê, qedexekirina mîtînga KESK’ê şermezar kir û diyar kir ew ê li dijî AKP’ê têkoşînê geş bikin.
Platforma Demokrasî û Kedê ya Amedê, qedexekirina mîtînga KESK’ê şermezar kir û diyar kir ew ê li dijî AKP’ê têkoşînê geş bikin.
Platforma Demokrasî û Kedê ya Amedê têkildarî polîtîkayên darbekar ên AKP’ê û qedexekirina mîtînga KESK’ê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan (BHQ) ji 600’î zêdetir endamên sendîkaya me ji kar hatin dûrkirin û gelek jê hatin îxrackirin. Piştî bi hefiyekê jî beriya ku dibistan vebin bi 10 rojan 9.843 jê endamên sendîkaya me Egîtîm Sen’ê bi tevahî 11.301 kedkarên perwerdehiyê ji kar hatin kirin.’’
Di daxuyaniyê de hate gotin di serî de li Amedê gelek kedkarên perwerdehiyê hatine binçavkirin û wiha hate gotin:
‘’Li dijî van êrîş û zextan KESK’ê 28’ê Îlonê bernameya têkoşînê bi raya giştî û kedkaran re par ve kir. Bernameya têkoşînê wiha bû; 12’ê Cotmehê bi şîara ‘’Em li Kar û Siberoja xwe xwedî derdikevin, em ê vê êrîşa giran bişkînin, ji Stenbol, Izmîr û Amedê, ji sêm ilan bi rê biketana û 15’ê Cotmehê li Enqerê me yê mîtîngek bikira.
Ji 12’ê Cotmehê ve ji hemû bajaran kedkar bi pêwendiyekmezin ketin nav meşê û daxwazên xwe qêriyan. Nîşane wê hatibû dayin ku wê tevlêbûneke zêde ji bo mîtînga Enqerê çêbibe. Bi sedan otobosên ku duh ji hemû bajaran bi rê ketin berê vê sibehê wê bigihiştana Enqerê.’’
Di daxuyaniyê de bi berdewamî tê gotin duh Midûrîyeta Enqerê li wan geriyaye û ji wan re hatiye ragihandin ku ew ê destûrê neden mîtînga wan.
’TÊKOŞÎNA ME WÊ NIKARIBE WERE ASTENGKIRIN’
Platformê diyar kir ti baweriya me pê nayê ku bi hênceta ewlekariyê mîtînga wan hatiye qedexekirin û rastî ew e ku AKP darbeyê dike û heq û azadiyê sereke qedexe dike.
Di daxuyaniyê de tê gotin saet 12.00’an ew ê li Enqerê bi girseyî daxuyaniyekê bidin, qedexekirina mîtînga KESK’ê bi tundî şermezar dikin.
Herî dawî di daxuniyê de tê diyarkirin berdêla wê çi dibe bila bibe, ew têkoşîna xwe ya rewa û fiîlî bidomînin û ti astengan nas nekin.