Li Amedê liv û tevgera hewayî destpê kir. Gelek balafirên şer ji Balafirgeha Leşkerî ya Amedê li dû hev rabûn. Nehate zanîn ku, balafirên şer ber bi kîjan herêmê ve çûn. Li gel operasyonên bejayî yên li tevahiya herêmê bê navber didomin her roj li Amedê tevgera hewayî jî berdewam dike.