Li Amedê liv û tevgera hewayî destpê kir. Gelek balafirên şer ji Balafirgeha Leşkerî ya Amedê li dû hev rabûn. Nehate zanîn ku, balafirên şer ber bi kîjan alî ve firiyan. Çend roj berê ji bo piştgiriyê 23 balafirên şer sewqî Balafirgeha Leşkerî ya Amedê hatibûn kirin.