Li Amedê 30 kes ji ber gazê jehrî bûn

Li Amedê 30 kes ji ber gazê jehrî bûn

Li navçeya Yenîşehîr ya Amedê bi îdîaya ku ji dikana xurdeyê ji tupê oksîjenê gaz derketiye û 30 kes jehrî bûne.

Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, hate îdîakirin ku, ji tupê oksîjenê yê li baxçeyê xurdeyê yê li Taxa Îplîkê gaz derketiye û di nav de jin û zarok jî heyî 30 kes pê bandor bûne. 22 kes li ser lingan hatine dermankirin, 8 kes jî di bin muşahedeyê ne. Hate ragihandin ku, ji kesên di bin muşahedeyê tên girtin rewşa jinek kal girane.

Yekîneyên îtfayê yê Şaredariya Bajarê Mezin ku hatin cihê bûyerê û hewil dan bi amûra pîvanê cihê gaz jê tê tespît bikin. Yekîneyên li dikana xurdeyê kombûyîn, tespîtkirin ku gaz ji tupê oksîjenê yê dikana xurdeyê derketiye. Yekîneyên ku vanayê tupê oksîjenê zevt kirin, tup ji cihê bûyerê dorxistin. Di vê navberê de ji yekîneyên îtfayê yên ji gazê bandor bûyîn jî li ambûlansê hatin dermankirin.