Li taxên Yenîşehîr û Fiskaya yên Amedê li dijî wesayîta polîsan ya li dewriyê digeriya êrîşa bi bombeyên deng û guleyên hewayî pêkhat, di çalakiyê de 3 polîsa birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, di demjimêrên şeva din de, li dijî wesayîtên polîsan yên li taxên Yenîşehîr û Fiskaya digeriyan çalakiya bi bombeyên deng û guleyên hewayî pêkhatiye.
Hate ragihandin ku, beriya wê xwepêşandana li taxa Fiskaya kontrola nasnameyan dikirin, dema ku wesayîtên polîsan hatin 5 bombeyên deng û guleyên hewayî avêtinê.
Gelek polîs û wesayîtên zirxî hatin cihê bûyerê û bombeyên gazê avêtin xwepêşandanan. Xwepêşandana nêzî demjimêrekê bi polîsan re pevçûn, hate ragihandin ku polîsan carcaran çekên rastîn bikaranîn. Di çalakiya ku hate ragihandin ji bo bîranîna gêrîla Xebat Rodive Navdar Dundane hatiye pêkanîn 3 polîs birîndar bûn.