Polîsên ku tedbîrên mezin li Amedê girtin, li semtên Koşûyolû û Ofîsê 2 kes binçavkirin.
Polîsên ku li Amedê tedbîrên mezin girtin, li gelek noqteyan wesayît rawestandin û kontrola nasnameyan kirin. polîsên ku li gelek herêman bi awayek kom tevdigerin, li semtên Koşûyolû Parki û Ofîsê 2 kes binçavkirin. 2 kesên hatine binçavkirin birin Şaxa TEM ya girêdayî Midûriyeta Polîsan ya Amedê. Polîsan îdîakir ku, binçavkirin bi îdîaya ‘bombeyên zindî’ hatiye kirin.
Li aliyê din jî hate ragihandin ku, li ser rêya Mêrdîn-Rihayê noqteyên lêgerînê danîne û wesayîtan di rawestînin kontrola nasnameyan dikin.