Li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê 15 girtiyan ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin û daxwazên Ocalan pêk bên, dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem û dor neveger kirin.
15 girtiyên Girtîgeha Tîpa D ya Amedê ji bo tecrida li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar bikin û daxwazên Ocalan yên azadî, ewlehî û tenduristiyê bi cih bên dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin. Girtiyan anîn ziman ku, ji bo tecrîdê şermezar bikin û daxwazên gelê Kurd yên, nasname, perwerdehî û statu bên qebûl kirin ji 12'ê Îlonê de dest bi gireva birçîbûnê kirine.
Girtiyên ku dest bi gireva bêdem û dorneveger kirin wiha ne: Ersan Nazlier, Ferhat Onder, Mazlum Tekdag, Ercan Şengul, Tayip Temel, Ramazan Başari, M. Şerif Aslan, M. Salîh Îlen, Ramazan Yildirim, Firat Bîlîr, Samî Geylanî, Davut Polat, Erdal Emeç, Cîhat Bekîr, Osman Otun.