Li Akademiya Şehîd Farûk jiyan bi hev re tê avakirin
Akademiya Şehîd Farûk ku yek ji akademiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk e, dewreya perwerdehiyê ya şehîdên Şeddadê dewam dikin.
Akademiya Şehîd Farûk ku yek ji akademiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk e, dewreya perwerdehiyê ya şehîdên Şeddadê dewam dikin.
Ji bo pêkhateyên akademiyê em binasin, ku temamî ji Ereban pêk tên û ji b perwerdehiyê di cih de bimînin berê sibehê em ber bi Serêkaniyê ve bi rê dikevin.
Di rê de berpirsê akademiyan û dersdar Cahît Hesen hem têkildarî akademiyan û hem jî têkildarî Komîteya Hevgiriya bi Ereban re daxive.
Em zû digihin qada akademiyê û taştêya xwe li ber siya darekê dikin.
MALA FURKAN BÛYE AKADEMÎ
Ziyareta me li komkujiya Hesekê rast hatibû ku di encamê de 35 kes hatibûn kuştin. Li gel komkujiyê jî tevgera gelê Hesekê û yên ku diçûn û dihatin Hesekê nîşan dida ku jiyan berdewam e. Di van du salên dawî de bajarên Hesekê gelek caran bûye hedef ji êrîşên rejîmê re. Dîsa di Neworza 2015’an de êrîşek bi ser Hesekê de çêbû, li pey wê dîsa piştî dagirkirbûna wê ya ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve di 25’ê Hezîrana 2015’an de rejîmê bajar radest kir û 16’ê Tebaxa 2016’an hêzên rejîmên bi teng û topan êrîş kir di encamê de bi dehan mirov hatin kuştin. Êrîşa çeteyan a 4’ê Cotmehê ya bi ser dawetekê de êşa gelê Hesekê zêdetir kir. Li gel van hemû êrîş û komkujiyan li Hesekê Kurd, Ereb, Asûr-Sûryanî û Keldanî yekîtiya xwe parastin û di êşan de jiyana xwe ya hevpar zexm kirin.
Serê sibehê, di rêwitiyê de li hêlêkê min bîra xwe ya 2 salên dawî yên têkildarî Hesekê zindî dikir, li hêlekê min dêhna xwe dide ser tevgerên gundî û karkiran û li hêla dî jî li Cahît Hesen guhdarî dikir. Cahît Hesen têkildarî Akademiya Şehîd Farûk ku ji mirov ji gelê Ereb perwerde distînin wiha dibêje:
"Hevrê Şehîd Farûk li Hesekê ji diya xwe bûye û bi eslê xwe Êzîdî ye. Tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bûye û bi salan weke gerîlayekî PKK’ê li dijî dagirkeriyê têkoşiyaye. Weke gelek hevrêyên me, hevrê Farûk jî li Başûrê Kurdistanê bi îxaneta PDK’ê şehîd bû. Em mirovên Ereb dema ku ji bo akademiyê em li cihekî digeriyan, malbata hevrê Farûk ku lê bûbû û mezin bûbû diyarî me kir. Heval Farûk bawer dikir ku biratî û pevrebûna gelan bi xeta Rêber Apo pêkan e. Pir watedar e ku em bîranîna wê di akademiyê de bidin jiyin û ji bo avakirina jiyaneke azad a gelan bi kar bînin vê mala wî."
Dema ku em gihaştin qada akademiyê, li cihê ku hatibû diyarkirin da ku xizmetê ji pevrebûna gelan û azadiyê re bike hê xebatên restorasyonê berdewam dikirin.
EL EZZAM LI AKADEMIYÊ PERWERDEHIYÊ DIDE
Piştî ku me slav da xwendekarên akademiyê ku li ber dêrî em pêşwazî kirin, li baxçeyê li ber siha darê me taştê kir. Piştî dersa pêşî Cîgirê Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Huseyîn El Ezam di dema civatê de behsa wan xebatan kiribû ku ji bo gelê Ereb dihate kirin. Dema ku behs dikir ku li Şeddadê û Hol’ê pêdiviyên weke avê hatine dabînkirin, pêdiviyên gelê Ereb hatine dabînkirin çavê wî dibiqîn. El Ezam gotibû ew ji bo akademiyê vexwendi ye û xwestibû bi wan re xwarinekê bixwe. Min ji bîr kiribe jî wî ji bîr nekiribû, niha weke rêveberekî Rêveberiya Xweser a Demokratîk hatibû akademiya ku mirovên ji gelê Ereb pewerde lê didîtin.
Piştî çay hate vexwarin perwerdehiyê berdewam kir. El Ezam û ji Komîteya TEV-DEM û Komîteya Hevgiriya bi Gelê Ereb, Cahît Hesen li dîwanê cihê xwe girtin. El Ezzam behsa pêvajoya krîza Sûrî jê derbas bûyî kir, anî ser ceribandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk û detkeftiyên Şoreşa Rojava ên ji bo herêmê. El Ezzam bi taybetî li ser Sîstema Federaliya Demokratîk kir ku amadekariya wê kirin were ragihandin, bi berdewamî diyar kir, felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herêm ji karesateke mezin xilas kiriye.
XWENDAKARÊ EREB: OCALAN TENÊ NE RÊBERÊ KURDAN E
Ji ber sedema kesên ku di perwerdehiyê de bi piranî Ereb in, zimanê perwerehiyê jî bi Erebî ye. El Ezzam nirxandina siyasî ya Sûriyê û herêmê kir û got hêviya tekane ya gelan Sîstema Federaliya Demokratîka a Demokratîk e. Xwendekar bi kelecanî bûn ji ber ku bi awayekî zindî ji rêveberekî têkildarî sîstemê agahî distandin.
Xwendekarî Ereb ê bi navê Abdul Mûsa got, nerazîbûneke wî heye û wiha berdewam kir:
"Li Sûriyê û Iraqê şerek heye, mezheb û çand şerê hev dikin. Lê em jî, li Rojava, gel û bawerî û çand bi hev re di nav aştiyê de dijîn. Cihê herî ewle niha xaka me ye. Ev ne bi xwe lê bi felsefeya Rêber Apo pêk hat. Ji bo vê jî şaş e ku Ocalan tenê weke ‘’Rêberê Kurdan’’ were dîtin. Wî em rizgar kirin û deriyê hêviyê ji hemû mirovahiyê re vekir. Ji bo vê jî ez dibêjim, Ocalan rêberê mirovahiyê ye. Ez dixwazim wiha were nasandin." Piştî gotina xwendekarê Ereb ên li hola perwerdehiyê bi çepikan piştgiriya xwe nîşan dan.
'BI FELSEFEYA OCALAN EM DIGIHIJIN NASNAMEYA XWE'
Piştî navberê diçime cem aşpêjên ku xwarina nîvor çêdikin. Peywirdarên wê rojê ji Serêkaniyê tevlî perwerdehiyê bûne. Yek jê Ereb û yek jê Kurd e. Fatma Brahîm Ereb e û Endama Meclîsa Komunê ya Serêkaniyê ye. Ronahî Silo jî endamê Hêzên Parastina Civakî ye (HPC)
Fatma Brahîm got Kurd, Ereb, Suryanî, Asûrî, Çeçen bi hev re dijîn, tehrîbat û nîjatperestiya ku rejîmê berê çêkribû niha bi Rêveberiya Xweser a Demokratîk derbas dibe.
Brahîm kêfxweşiya xwe diyar kir ji ber ziyareta El Ezzam a akademiyê û wiha got:
"Berê me dikarî em xwe nêzîkî rêveberan bikin. Lê niha rêveberên me ji me ne, ji bo vê jî di hemû jiyana me de cihê wan heye. Bi me re xwarinê dixwe, dixwaze kêşeyên hevpar çareser bike, rexne û pêşniyazên me distîne. Berê, rexne li hêlekê gotineke biçûk a li ser rêveberiya herêmê jî dibû sedema berdêlên giran. Ma ji vê xweştir çi heye?"
Brahîm diyar kir Ocalan ji bo jinên Ereb jî xwedî maneyeke mezin e û wiha got:
"Ez hem di nav xebatên komun, meclîsê de me û hem jî hatin perwerdehiyê. Yê ku ev wêrekî û ewlebûn dayî felsefeya Rêber Apo ye. Di nav civaka me de hê jî ji ber nirxên civakî bi tirs nêzî jinê dibin. Lê em dema ku gelê xwe di mijara jiyana hevpar de agahdar dikin, jin jî nasnameya xwe bi dest dixe. Felsefeya Rêber Apo a azadîxwaz û wekhevîxwaz wêrekî û baweriyeke mezin dide me. Berê me nedikarî ji malê derkevin lê niha têkoşîna şoreşê didin. Her kes divê vê rastiyê bibîne û li gorî vê tevlî bibe, daxwaza me ev e."
Ronahî Silo ku li akademiyê perwerde dibîne û nobedarê rojê yê mitbexê ye, unîformaya HPC’ê nîşan dide û dibêje, ‘’Em peywirdar in ku civaka xwe jî biparêzin. Ji bo ku em xwe bêhtir bi pêş bixin û di avakirina civakê de cih bistînin ez hatime akademiyê."
'AKADEMIYÊ DI ME DE PIR TIŞT GUHERANDIN'
Piştî xwarinê dema ku me çaya xwe vedixwar, li ber siha darê ku em lê rûniştibûn, bi cilên herêmî û cemedana pêçayî Mistefa nas dikin. Çîrokeke balkêş heye ya her kesê ku di akademiyê de perwerde dibe. A Mistefa jî wiha ye. Mistefa ji Şeddadê hatiye perwerdehiyê. Niha ew li saziyekê dixebite ku pêdiviyên gel ên ard dabîn dike. Ez bi nîv Erebiya xwe û ew jî bi nîv Kurdiya xwe her çend em hewl didin em hev bikin jî, Kanî yê ku bi El Ezzam re hatî me ji vî derdî xilas dike. Mistefa ku hevjîna wî Kurd e, heyfa xwe tîne ji ber ku hînî Kurdî nebûye. Mistefa dibêje keçeke wî di dewreya pêş vê de perwerde standiye û niha jî ew û keçeke xwe bi hev re tevlî vê dewreyê dibin û bi berdewamî:
"Beriya niha dinyayeke me ya kiçik hebû. Di bin zilma çeteyan de rojên ne xweş di ser me re derbas bûn. Dema ku Hesekê û Hol azad bûn em tem li bendê bûn ku YPG, QSD were û me ji hovan xilas bike. Niha ne dinyaya rejîmê ya yekparêz û nîjatparêz û ne jî dinyaya hov û tarî ya çeteyên DAIŞ’ê heye. Em Kurd, Ereb û gelên din bi hev re di nav aştî û aramiyê de dijîn. Berê di me de gelek tişt hatibûn kuştin niha bi perwerdehiyê re hiş ême dîsa dixebite."
Mistefa diyar dike perwerdehiyê di wan de gelek tişt guherandine û ew gelek kêfxweş e ji dersên neteweya demokratîk, jiyana hevpar, çand, sinc û dîrokê û wiha dibêje,’’ Xebat çi qasî xurt dibin pevrejiyana mirovên me û bawerî xurttir dibe. Min niha ji bo ku tevlî perwerdeyê binin 8 kes bi rê xistin. Piştî min ew ê jî tevlê perwerdehiyê bibin."
TIŞTÊN KU ÇEYAN LI HESEKÊ KIRIN VEGOT
Dema ku di perwerdehiyê de yekî Şeddadî dibînî bivê navê gotin tê ser Şeddadê ku çend meh berê di dagirkeriya çeteyan de bû. Mistefa dema ku dibêje gelê Şeddadê pir ji çeteyan kişand çavê wî şil dibin. Got, birayê wî ji ber ku karmendê dewletê bûye, çeteyan 5 kîlometre dûrî bajêr ew kuştine û cinazê wî jî nedane.
"Çete hatibûn ku vî welatî xira bikin û talan bikin. Ji bo wan kuştina mirovan, cizakirin tiştekî jirêzê bû. Ji ber ku li cem van ne dîn ne exlaq tiştek nebû. Dema ku dîtin li Şeddadê û derdorê kirinên wan bertek standin ji çilî zêdetir mirovên bêguneh kuştin. 10-12 dibisttanên li herêmê ji bo ku zarok nexwînin bi dênemetan firandin. Bifikirin, mirovên dîndar û heqîqeta îslamê digotin jî kuştin. Kesên ku bi erebeya xwe mazot, ard dianîn jî kuştin.
Ev çeteyên dijminê mirovahiyê ji bo ku bibe îbret însan bi zorê li meydanê kom dikirin, bi mirovan serjêkirin didan temaşekirin. Bi vî awayî dixwestin mirovan bitirsînin û wan radest bigirin.
Nêzîkatiya wan a li jinan jî bi psîkopatî bû. Nedihiştin jin û zarokên nexweş jî werin Hesekê. Li gel ku wan dikir ew qasî bi hovane jî bûn, digotin Hesekê ‘’cihê kufrê ye’’ Keça apê min ji bo ku çarşefa reş li xwe nekir mehekê avêtin hepsê. Ji bo wê berdin, çawa ku ji kar vegeriyam min rahişt deftera malbatê û ez çûm. Qaşo ji ber ku piyê min qirêjî ez çûme cem wan ez jî 8 rojan girtim. Li ser me balafir difirîn wan bi zorê Qur’an bi min didan xwendin. Ez pir tirsiyam lê tiştekî ku min bikira nebû. Kesên ku bertek nîşanî van kirinan didan û digotin ,’’YPG wê were’’ ciza dikirin. Wan bi vî awayî digot belkî wê bikaribin ser rastiyê bigirin. Lê şikir ji Xwedê re, YPG, QSD hat û em ji zilmê xilas kirin. Niha em gel bi hev re jiyanê ava dikin. Serkeftina me ya herî mezin jî wê ev be. Em kelecanî dibûn dema ku me bihîst QSD wê pêngava Şeddadê bide destpêkirin. Ajokarekî ku bi tankêrê av dianî dema ku got, ‘’YPG êrîşê Şeddadê kir’’ em ji kêfan bi per û bask bûn."
JINÊN JI DÊRE ZORE JÎ LI AKADMIYÊ NE
Dema ku me cıvata xwe bi Mistefa re birî û xwe kar dikir ku rabin, em bi jineke bi navê Menal Hac Hacî re hev nas dikin ku ji Dêra Zorê ya di jêrdestê çeteyan de ye. Dema ku min navê Menal bihîst pirsî, Çend Kurdên li akademiyê? Got ew Ereb e, dema ku li Dêra Zorê şer dest pê kir hatiye Cizîrê, ev 6 sal e li vir dijî. Jina bin navê Menal a Ereb got, "Min dixwest bi hevserê xwe re werim lê akadmeyê hevserê min hişt dewreya dî." Êdî dema çûyinê ye, Roj li ezmanên Hesekê êdî cihê xwe ji sihan re dihişt…