Li Agiriyê leşkeran di ser malan de girt: 2 binçavî

Li Agiriyê leşkeran di ser malan de girt: 2 binçavî

Leşker di demjimêrên serê sibê de di ser gundê Burnûbulaxa navçeya Tûtaxa Agirî de girtin û 2 gundî binçav kirin. Di serdegirtina gundê Teterqazî yê girêdayê navçeya Milazgira Mûşê de jî tukes nehate binçav kirin.

Leşker û tîmên taybet di demjimêrên serê sibê de di ser gundê Burnûbulaxa navçeya Tûtaxa Agirî de girtin. Di serdegirtina ku mal ser û bin kirin de Kerem Ogul û Bulent Ogul hatin binçav kirin û ew birin Fermandariya Cendermeyan ya Navçeyê. Di derbarê hinceta binçavkirina gundiyan de tu agahî nehat bi destxistin.

LEŞKERAN DI SER GUNDÊ MILAZGIRÊ DE JÎ GIRT

Her wiha leşkeran di ser gundê Teterqazî yê girêdayê navçeya Milazgira Mûşê de jî girtin. Di serdegirtina mala hemwelatiyên bi navê Abidin Kabişen de lêgerîn hat kirin. Hat hînbûn ku, di derbarê xwişka Kabîşen ya bi navê Zozan Kabîşen de biryara binçav kirinê hebûye û serdegirtina malê jî bi vê hincetê pêk hatiye. Di encamê de ji ber Zozan Kabîşen ne li mal bû tu kes nehate binçav kirin.