Li Adigey êrîşa li mitînga Amedê hat şermezarkirin
Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê dijîn, bi daxuyaniyek çapemeniyê êrîşên li mitînga Amedê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de Serokê Komeleya Agirî Feyzo Huseyîn axavî û got: "ne di şer û ne jî li ser sindoqê, AKP nikare vîna gelê me têk bibe".
ANF
ADÎGEY
yekşem, 7 pûşperê 2015, 09:49
Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê dijîn, bi daxuyaniyek çapemeniyê êrîşên li mitînga Amedê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de Serokê Komeleya Agirî Feyzo Huseyîn axavî û got: "ne di şer û ne jî li ser sindoqê, AKP nikare vîna gelê me têk bibe".
Bi boneya şermezarkirina êrîşên li mîtînga Amedê pêk hatin şermezar bikin Kurdistaniyên li Komara Xwesar a Adiyê ku girêdayî Federasyona Rûsyayê dijîn daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyaniya ku li pêşiya avahiya Komeleya Agirî pêk hat gelek Kurdistanî beşdar bûn.
Li se navê Kurdistaniyên heremê serokê Komeleya Agirî axivî û diyar kir ku ji ber ku hikumeta AKP dît êdî nikare pêşî li Kurdan bigire serî li rêyên qirêj dide û got: "gelê me hemû qirêjiyên AKP raxist ber çava. AKP jît dît ku êdî nikare pêşi li gelê Kurd bigre serî li rêyên wisa qirêj û dijî mirovahiyê dide. Êrîşa di mitînga Amedê a HDP’ê de pêk hat jî nimûneya vê ya herî berbiçav e. Di serî de em yê ev çalakiya qirêj ku bû sedem gelek welatiyên jiyana ji dest bidin û birîndar bibin di hêrsek mezin lanet û şermezar dikin. Em jî wek gelê Kurd ên li xerîbiyê dijîn di van hilbijartinan de li gel gelê xwe ne û pişgiriya xwe ji HDP’ê re raber dikin".
Di berdewama daxuyaniyê de berpirsa komîteya jina a Adigey Potê Nebiyeva jî axivî û got: "ev êrîşa hovane û dijî mirovê sivîl bi tû awayî nayê qebûlkirin. Em di wê baweriyê de ne ku wê gelê me li ser sindoqan bersiva vê êrîşê bide AKP’ê. Em ji malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane sersaxî û yên birîndar re jî şîfayê dixwazin".