Li 7 girtîgehên din greva birçbûnê ya bêdem û dorveneger

Li 7 girtîgehên din greva birçbûnê ya bêdem û dorveneger

Greva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ve hatiye destpêkirin di roja 10’emîn de. Li ser navê di girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê de Denîz Kaya daxuyaniyek da û da zanîn ku dê ji 24’ê Îlonê ve li 7 girtîgehên din greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger bêne destpêkirin. Kaya bang li gelê Kurdistanê kir ku bi serhildanan piştgirî bide berxwedana girtîgehan.

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li hemû girtigehên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê di 12'yê îlonê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorvenger kirin û çalakî di roja 10’emîn de berdewam dike.

TECRÎD DI MEHA 15’EMÎN DE YE

Li ser navê hemû girtiyên PKK'ê û PAJK'ê yên Tirkiyeyê Denîz Kaya daxuyaniyek nivîskî da. Kaya diyar kir ku dewleta tirk a dagirker û hikûmeta wê AKP li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku temînata yekane yê gelê kurd û tirk bi hev re bijî ye, îşkenceya herî hovane û bêrûmetî dimeşîne û wiha got: "Îşkence û tecrîda li ser Rêber Apo ketiye meha 15'an. Gelê kurd û raya giştî der barê Rêber Apo de agahiyê nastînin. Em nizanin bê dijî an najî. Di pergala îşkeneceya Îmraliyê de çi diqewimin em nizanin. Dewleta tirk dixwaze di şexsê Rêber Apo de gelê me teslîm bigire. Ji xwe re bike xulam û pergala xwe ya dagirkerî û nîjadperestî bidomîne."

‘EM BIRATIYEK WIHA NAXWAZIN’

Kaya, li ser polîtakiyên AKP'ê yên li ser gelê kurd tê meşandin wiha got: "Dewleta tirk û çeteya Erdogan di sondxwariya neyariya kurdan de israr dikin. Vê yekê di her kêlîkê de bi awayekî aşkera tînin ziman. Ligel helwdanên xwe yên nîjadperestî û înkarkirinê bêşerm û bêfedî derdikevin û qala biratiyê dikin. Em aşkera dibêjin em biratiya nîjadperestî û înkarkerî naxwazin. Daxwaziya me ew e ku dagirkeriya tirk li ser axa welatê me biceheme û biçe."

Kaya, der barê berxwedana girtiyan de destnîşan kir ku berxwedana wan a greva birçîbûnê ya bêdorveger û bêdem bi hemû hêza xwe didome û wiha got: "Me di 9'ê îlonê de der barê rewşa Rêber Apo ya azadî, tenduristî û ewlehiyê de daxuyanî dabû raya giştî û me gotibû heke ev daxwazên me pêk neyên greva birçîbûnê ku me di 12'ê îlonê de dabû destpêkirin berfireh bikin. Berxwedana me îro ketiye roja 10'an. Ev daxwazên me pêk nehatiye û li dijî vê yekê li hemberî gerîla, gel û dîlên azadiyê şerê qirkirinê zêde kirin. Em tu caran polîtîkayên faşîst û qirkinê qebûl nakin."

Kaya, da zanîn ku ji ber daxwaziyên wan pêk nehatine girtîgehên nû dê têkivin greva birçîbûnê û wiha berdewam kir: "Di 12'ê îlonê de me li 6 girtîgehên Tîpa D û Tîpa E yên Amedê, Tîpa F a Boluyê, Tîpên F bi Hejmarên 1 û 2 yên Kandirayê û Tîpa E ya Sêrtê greva birçîbûnê dabû destpêkirin. Di 24'ê îlonê de girtîgehên wekî Bakirkoy, Edîrne, Erzirom, Rîze, Mîdyad, Sîlîvrî û Mêrdîn tevlî vê berxwedanê bibin."

JI BO GELÊ KURD BANGA SERHILDANÊ

Di daxuyaniyê de ev bang li gelê Kurd hate kirin: “Niha ji bo azadiya me demê rabûna ser lingan e, niha demê parastina rûmeta me ye, niha demê li dijî vê îşkenceyê, zilmê, vê seltenatê, vê dewleta nîjadperest û îşkence van rabûna ser lingane û tevlî tevgera serhildanê bûne: pêwîste neyê ji bîr kirin ku, çi tişt ji rûmet û azadiya me bi nirxtir nîne. Ji bo rûmet û azadiya me, ji bo em di welatê xwe de wekhev û serbixwe jiyan bikin roj ev roje.

Ji bo rawestandina rondikên dayîkên me, bîranîna hezaran şehîdên me, axîna mirovên me yên bêguneh li Roboskiyê hatine qetilkirin, ji bo azadiya Rêberê me, rizgarbûna gelê me û ji bo damezirandina Kurdistanê, em bang li hemû gelê xwe dikin ku rabin serhildanê.”