Yekîneyên Midûriyeta Polîsan li Stenbol, Tekîrdag, Hezex, Wêranşar, Erxenî, Edene û Wanê hemwext bi ser gelek malan de girtin. Tevî rêveberên endamên û rêveberên BDP’ê û 10 zarok bi giştî 28 kes hatin binçavkirin.
LI ŞIRNEXÊ 5 BINÇAVÎ
Li Şirnexê endamê rêveberiya Navenda Çandê ya Cûdî ya girêdayî Şaredariya Şirnexê Ebdulsemet Arat ji aliyê polîsên sivîl ve hate binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyeta Şirnexê. Sedema binçavkirina Arat nehat zanîn, lê hat diyarkirin ku dê Arat piştî nîvro bibin Amedê.
Li navçeya Hezexa Şirnexê di encama serdegirtina malan a saet di 03.00 de ji aliyê polîsan ve pêk hat de 4 kesên bi navê Îbrahim Adibellî (38), Hasan Dogan (26), Fîkret Şakar (22) û Mehmet Sadik Kervanoglu (18) hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan ya Hezexê
LI ERXENIYÊ SERDEGIRTINA ŞAREDARÎ Û MALAN
Li navçeya Erxeniyê jî polîsan di ser şaredariya Erxeniyê de girt û 4 kesên bi navê Zeynep Demîr, Seher Dayan, Hazal Kaçar û Sara Varoglu binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan ya Erxeniyê. Sedema binçavkirinê heta niha nehatiye zanîn.
LI WÊRANŞARÊ RÊVEBERÊN SAZIYAN HATIN BINÇAVKIRIN
Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê jî polîsan di ser malên Gerînendeyê Hunerê ya Navenda Çanda Medê ya Wêranşarê Mehmet Karakiş, Denîz Terece de girt û binçavkirin. Hat diyarkirin ku binçavkirin di çarçoveya biryara Dozgeriya Amedê de pêk hatiye û bi hinceta Karakiş û Terece “di çarçoveya fermanên KCK’ê de dixebitin” hatine binçavkirin.
LI WANÊ ENDAMA MECLÎSA JINAN A BDP’Ê HAT BINÇAVKIRIN
Li Wanê jî, polîsan bi ser mala Endama Meclîsa Jinan a BDP’ê Guneş Sedef a li Wanê de girtin û Sedef girtin binçavan. Hate zanîn ku Sedef birin Amedê û di çarçoveya operasyona ku navenda wê li Amedê de ye hatiye binçavkirin.
LI STENBOL Û TEKÎRDAGÊ SERDEGIRTINÊN MALAN
Polîsên Tirk li bajarên Tirkiye Stenbol û Tekirdagê bi ser malên Kurdan de girtin û di hedefa wan de endam û rêveberên BDP’ê hebûn. Yekenîneyên Midûriyeta polîsan serê sibê li navçeyên Avcilar ya Stenbolê, Çorlu û Çerkezkoya Tekîrdagê kesên bi navê Kerem Tosun, Necla Onhan, Mahmut Yaşut, Hulya Arslan, Hîlmi Ayyildiz û Nevzat Yeziz binçav kirin. Hat diyarkirin ku heta niha hinceta binçavkirina van kesan nehatiye aşkerekirin dibe ku hejmara binçaviyan zêdetir bibe.
LI EDENEYÊ HEDEF DÎSA ZAROK BÛN
Midûriyeta Emniyeta Edeneyê jî weke her carê careke din zarokên Kurd kirin hedef. Di encama serdegirtinên malan ên bi piştgiriya helîkopteran li taxên Denizlî, Îsmetpaşa, Mîthatpaşa û Gurselpaşa yên navçeya Seyhanê bi ser gelek malan de girtin û di encamê de Emrah Yucel (19) û zarokên bi navê A.Ş. (15), H.T.(14), D.D. (17), D.E. (16), F.Y. (16) hatin biçavkirin. Hat diyarkirin ku li taxên Îsmetpaşa, Mîthatpaşa û Gurselpaşa jî zarok hatine binçavkirin û navên wan aşkere nebûne.