Li 5 navendan derabe nehatin vekirin

Li 5 navendan derabe nehatin vekirin

Li navçeyên Pirsus, Silopî, Nisêbîn, Elbak û Rezan esnafan ji bo 3 siyasetmedarên kurd ên jin ên li Parîsê hatin qetilkirin dikanên xwe venekirin.

Esnafên navçeyên Pirsusa Riha, Silopiya Şirnex, Nisêbîna Mêrdîn, Elbaka Wan û Rezan a Amedê ji ber cenazeyên ji damezrênerên PKK'ê Sakînce Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û çalaka Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên li paytexteya Parîsê ya Fransayê hatin qetilkirin tên Amedê dikanên xwe venekirin.

Li navçeya Pirsusê ya Rihayê bi armanca şermezarkirina komkujiyê esnafan dikanên xwe venekirin, xwendekar neçûn dibistanê û ajokaran wesayîtên xwe nedan xebitandin. Rêveberên BDP'ê jî ji bo merasîma cenazeyan a sibê li Amedê pêk bê banga tevlîbûnê kirin û xebat dan destpêkirin.

Li navçeya Silopiyê ya Şirnexê, navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê û navçeya Elbakê ya Wanê jî bi heman armancê dikan nehatin vekirin. Ji bilî firin û dermanfiroşan hemû dikan girtîne. Li navçeya Rezan a Amedê jî hinek esnafan dikanên xwe venekirin.