Li 3 kantonên Rojava komploya 9’ê Cotmehê hate şermezarkirin

Li 3 kantonên Rojava bi dehezaran kesî komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar kirin. Hate diyarkirin ku heta Ocalan azad bibe wê têkoşînê dewam bikin.

Bi boneya 18 salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abudllah Ocalan bi hezaran gelê 3kantonên Rojava komplo şermezar kirin. Têkildarî mijarê li Kobanê meşe, li Efrînê civîn û li Tirbespiyê jî ciwanan meşek li dar xistin.

KOBANÊ

Bi dehezaran şêniyên Kobanê tevlî meşa ku ji aliyê TEV-DEM’ê û komîteya Peredeya Civaka Demokratîk ve hatibû lidarxistin bûn. Welatî li Qada Jinan kom bûn. Ji geseya ku pankartiyên bi nivîsên li dijî koployê vekiribûn û diruşmeyên dilsoziya bi Ocalan re beriz dikirin, heta Qada Azadî meşiyan.

Li vir axaftin hatin kirin. Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kobanê Enwer Musilm axivî û komploya Navnetewî ya li dijî Ocalan şermezar kirin û got ku bi saya fikrê Ocalan û berxwedana tê meşandin Komplo vala hate derxistin.

Paşê Endama Komîteya Perwedeya Civaka Demokratîk Zozan Xelîl jî axivî û komplo şermezar kir. Zozan Xelîl da zanîn ku hemû gelê Rojava bi fikir û felsefeya Ocalan ve girêdayî ne.

Piştî axaftinan ciwanan xelekên govenêd gerandin û bê navber diruşmeyên dilsoziya bi Ocalan re beriz kirin.

EFRÎN

Li navçeya Şêrawa ya Efrînê jî bi heman armanca civînek li Qada Şehîd Rênas hate lidarxistin. Bi dehan kes beşdarî civînê bûn. Civîn bi rêzgiritinê destpê kir û piştre Hevserokê Meclîsa TEV-DEM’ê ya Şêrawa Heqî Heqî axivî û komploya li dijî Ocalan şermezar kir.

Heqî da zanîn ku gelê li ser fikrê Ocalan xwe birêxistin kiriye, komplo vala derxistine û tekez kirin ku ew ti carî dest ji fikrê Ocalan bernadin û wê heta dawî ji bo pêkanîna fikrê wî tekoşînê bikin.

Piştî axaftinan li ser berxwedana Ocalan û komploya 9’ê Cotmehê sînevizyonek hate pêşkêşkirin. Civîn bi diruşmeyan bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Rêxistina Yekîtiya Ciwanên Rojava ya Tirbespiyê jî meşek bi meşeleyan lidar xist. Me bi diurşmeya “Azadiya Ocalan aramnca me û daxwaza me ya serekeye. Heta Ocalan azad nebe, emê ranewestin” hate lidarxistin.

Meş ji ber avahiya navenda Ciwanên Rojava ya Tirbespiyê dest pê kir. Ciwanên ji Qamişlo û Amûdê jî beşdarî meşê bûn. Meşvan di nava sûkê re derbas bûn û heta çerxeriya Azadî ya Başûrê Tirbespiyê meşiyan. Ciwanan bê navber diruşemyên dilsoiya bi Ocalan re beriz dikirin. Ciwanan berxwedana Bakurê Kurdistanê jî silav kirin. Ciwan li Çerxeriya Azadî kom bûn û li vir axaftin hatin kirin.

Endamê Rêveber ê Yekîtiya Ciwanên Rojava Rênas Remo axivî û got ku ciwan wê heta dawî Rêberê xwe bin û wê hemû komployan vala derbixin. Remo da zanîn ku dewleta Tirk bê navber tevliheviyan derdixin û dixwazin di herêmê de pêkhateyan berdin hev.

Li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan ên Rojava jî Zinarîn Tolhildan axivî û got ku gelê Rojava-Barkuê Sûriyê bi hemû hêza xwe piştigirya fikrê Oclan dike û destnîşan kir ku hemû komplo û pîlanên wan vala hatine derxistin.

Ciwanan bi diruşmeyan dawî li meşa xwe anîn.

...