Li 10 taxên Pîran û Hênê derketina derve hat qedexekirin

Li 10 taxên navçeyên Pîran û Hênê yên Amedê, derketina derve hat qedexekirin.

Walîtiya Tirk a li Amedê, li 10 taxên bejahî yên navçeyên Pîran û Hênê derketina derve qedexe kir.

Li gundên Kûrşûnlû, Gelîncîk, Bogazkoy, Kelekçî, Degîrmenlî, Başkoy, Ûlûçeşîne, Baltaci yên Pîranê û li gundên Abacilar û Kûyûlar ên Hênê bi hinceta 'wê operasyona leşkerî bê meşandin' ji 2'ê Cotmehê saet 05:00 û pê ve derketina derve heta fermaneke duyemîn ji aliyê rayedarên Tirk ve hat qedexekirin.