Hat ragihandin ku hêzên rejîma Sûriyeyê li bajarê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê ciwanê Kurd ê bi navê Seyfendî Mihemed revandin.
Li gorî nûçeya Ronahî TV, ciwanê Kurd ê bi navê Seyfedîn Mihemed Sedîq, li gundê Til Marûf a Tirbespiya Rojavayê Kurdistanê beriya 10 rojan hatiye revandin. Malbata ciwanê Kurd da zanîn heta niha sedema revandina lawê wan nehatiye destnîşankirin.