Li Fermandariya Tabûra Piyade ya 2'emîn Mekanizeyê ya Erxeniyê leşkerê bi navê Burak Kasar kuştî hate dîtin.
Leşkerê bi navê Burak Kasar ê ji Rîzeyê ku li Fermandariya Tabûra Piyade ya 2'emîn Mekanizeyê ya Erxeniyê leşkerî dikir, kuştî hate dîtin.
Hate angaştin ku dema serê sibê paqijiya çekan dikir, çeka xwe ya G-3 da ser dilê xwe û gule berda xwe. Hate zanîn ku Kasar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê.