Li aliyekê şer û aloziya li Sûriyeyê dijwar dibe, li aliyekê hejmara leşkerên Kurd ên di nava artêşa Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest didin zêde dibin. Leşkerê Kurd ê bi navê Mehmûd Mecîd ê ji Efrînê li Şamê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da.
Ciwanên Kurd ên ku beriya raperînên li Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê, ji ber leşkeriya neçarî, di nava artêşa Sûriyeyê de cih girtin, her çendî wextê wan ê leşkeriyê diqede, lê ji ber şer naşînin. Herî dawî ciwanê Kurd Mehmûd Mecîd di 4’ê cotmehê de di şerê li di navbera
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Mecîd,li berbajarê Kiswê yê paytexta Sûriye Şamê di şerê di navbera rejîma Sûriye û Artêşa Azad d jiyana xwe ji dest da. Hate zanîn ku ciwanê Kurd Mehmûd Mecîd di sala 1992’yê de li gundê Kurkan ê Efrînê dayik bûye.
Hêjayê gotinê ye ku piştî raperînên li Sûriyeyê, ciwanên Kurd naçin leşkeriya rejîmê û tevlî nava refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dibin.