Leşkeran karwana cenazeyê Gêrîla li Gundikê Melê asteng kir!

Leşkeran karwana cenazeyê Gêrîla li Gundikê Melê asteng kir!

Karwana ku li gel cenazeyê gêrîlayê HPG’ê Serbest Onver ku ber bi navçeya Qilabana Şirnexê birêkirin, li Gundikê Melê rawestandin. Kurdistaniyên tevlî karwanê bûn rê ji trafîkê re gotin û çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.

Gêrîlayê HPG’ê Cûma Goyî (Serbest Onver) ku di 14’ê Îlonê de di encama di ser qereqola Harûna ya di navbera navçeyên Şemzînan û Geverê de jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyê gêrîla Cûma ji aliyê malbatê ve di demjimêrên şevê yê roja Înê ji Saziya Tiba Edlî Meletiyê girt.

Karwana li gel cenazeyê gêrîla Cûma ku ber bi navçeya Qilabanê ve birêkirin, di demjimêrên serê sibehê de ji aliyê leşkeran ve li Gundikê Melê hate rawestandin. Dema ku leşkeran got, ew tenê dê destûr bidin cenaze derbaz bibe, di navbera Kurdistanî û leşkeran de demek kurt nîqaş derketin. Dema destûr nedan karwan derbaz bibe, girseyê rê ji trafîkê re girt û çalakiya rûniştinê pêkanî.