Leşkeran dest danî ser cenazeyên gêrîlayan

Leşkeran dest danî ser cenazeyên gêrîlayan

Li navçeya Elkê ya Şirnexê pişti malbatan çûn çiyayê Kato cenazeyên zarokên xwe yên 7 gêrîlayên HPG'ê ji çiyayê Katoyê daxistin û anîn Elkê, Fermandariya Alaya Cendirmeyan destdanîn ser cenazeyên gêrîlayan. Piştî Fermandariya Cendirmeyan cenazeyên gêrîlayan desteser kir, girseyê daxuyanî da û helwesta leşkeriyê şermezar kir.

Koma ku li ber avahiya BDP'ê ya Elkê kom bû, li vir daxuyanî da. Polîsan êrîşî girseyê kir çekên rastîn bikar anîn. Girseyê jî bi keviran bersiv da polîsan û pevçûn derket. Pevçûn belav bû û didome.