Leşkerên Tirk li Şirnexê jina ducanî bi giranî birîndar kir

Li Şirnexê ji Qereqola Jendermeyan a Îkîzceyê leşkerên Tirk jina ducanî Belkiz Katar bi giranî birîndar kirin.

Li Şirnexê piştî çalakiya gerîlayên HPG'ê ya li dijî Qereqola Jendermeyan a Îkîzceyê, leşkerên ku bi awayekî bêserûber gule li derdorê reşandin li gundê Avgamasyayê jina bi navê Belkiz Katar a ducanî bi giranî birîndar kirin. Hate diyarkirin ku dema Katar li ber deriyê mala xwe rûnîştibû birîndar bûye û piştre rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Piştî mudaxaleya destpêkê, Katar sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat kirin.