Leşkerên Tirk li Licê li malekê reşandin: Birîndar hene

Leşkerên Tirk gundê Nenyas ê Licê dorpêç kirin. Gundiyan diyar kir ku malek ku extiyar û zarok jî tê de bûn hatiye gulereşandin û di encamê de birîndar hene.

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ

Artêşa Tirk gundê Nenyas ê navçeya Licê ya Amedê dorpêç kir.

Ji herêma ku helîkopter lê digeriyan dengê çekan hat.

Gundiyan diyar kirin ku birîndar hene û têkildarî ewlekariya jiyana xwe fikarên xwe anîn ziman. Her wiha bang li raya giştî kirin ku bala wan li ser mijarê be.

Gundiyan ragihandin ku maleke ku extiyar û zarok jî tê de bûn hatiye gulereşandin.