BI DÎMEN

Leşkerên Tirk îşkence li gundiyên Colemêrgê kirin

Leşkerên Tirk li Colemêrgê 30 gundî li hev kom kirin û îşkence li wan kirin. Gundên Colemêrgê jî ji aliyê leşkerên Tirk ve hatine dorpêçkirin.

Piştî çalakiya bombeyî ya li dijî qereqola Dûrakê ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, leşkerên Tirk avêtin ser gundên li dora vê qereqolê.

Li gundên Tise, Melaya, Helank û Demanê, keyayên gundan jî di nav de 30 kes li meydana gund hatin komkirin. Tîmên taybet ên jendermeyan piştî li gundiyan dan û ew binçav kirin. Hêzên çekdar ên dewleta Tirk li pêş çavên xizmên wan li 30 kesan dan û piştre bi cerdevanan re gundî anîn navenda navçeyê. Li dû lêpirsîna 3-4 rojan gundî hatin berdan. Lê belê ji ber îşkenceya giran a li wan hat kirin, ser çavên wan, rûyê wan, pişt û gelek cihên bedena wan werimîn. Her wiha bi raporên nexweşxaneyê hat tespîtkirin ku hestiyên du kesan şikestine.

RÊ HATIN GIRTIN

Leşkerên Tirk hê jî dor li gundan girtine û rêya diçe çar gundan bi kolandina xendekan li çûn û hatinê girtine. Çûn û hatin li gundiyan hatiye qedexekirin. Ji ber ku rê girtî ne, xwendekar jî nikarin biçin dibistanê.

...