Leşkerekî din ê Kurd di leşkeriya Sûriyeyê de hate kuştin

Leşkerekî din ê Kurd di leşkeriya Sûriyeyê de hate kuştin

Li paytexta Sûriyeyê Şamê ciwanê Kurd Şiyar Ehmed Henan di leşkeriya bi darê zorê ya rêjîma Baas de, hate qetilkirn.

Li taxa Heresta ya paytexta Sûriyeyê Şamê ciwanê kurd Şiyar Ehmed Henan yê leşkeriya bi darê zorê ya rêjîma Bass dikir, bû hedefa Qernasê komên çekdar û jiyana xwe ji dest da.

Tevî ku ciwanê kurd Şiyar Ehmed Henan ji beriya deh mehan de leşkeriya xwe qedan dibû jî artêşa Sûriyeyê ew li ba xwe hiştibû.

Henan li gundê Avrez ji dayik bûye.