BI DÎMEN

Leşkerê xwe li YPG'ê girt qala serpêhatiya xwe kir

Leşkerê ji artêşa Sûriyeyê reviya, xwe li YPG'ê girt. Leşkerê navborî diyar kir, ku YPG gelekî bi başî nêzî mirovên sivîl dibe û gelên Sûriyeyê diparêze, lewma wî biryar daye xwe li YPG'ê bigire.

Ahmed Hesen Rauç piştî ku îşkenceyeke giran lê hat kirin, li Hesekê ji nava artêşa rejîmê reviya û xwe li YPG'ê kir. Hesen Rauç da xuyakirin, ku 2 sal û 4 mehan ew bi zorê li nava artêşê hatiye girtin. Hesen Rauç got, "Leşker ne mirov e. Bi gotin û nêzîkatiyên xwe yên nebaş, mirovan biçûk dixîne. Di nava artêşê de ti çiqas pere bide fermandar, wê qîmetê de jî ewqasî zêde be."

Hesen Rauç da zanîn, di nava artêşa rejîma Baasê de cihêkarî di asta herî bilind de ye û diyar kir, di dema şerê li Hesekê artêşê bi tank û topan li bajêr dixist, ji ber ku malbata wî jî li nava bajêr bû û jiyana sivîlan ji ber vê topbaranê di xeteriyê de bû, ew li ber derket lê belê nekarî tiştekî bike.

Rauç da xuyakirin ku di nava rejîmê de hêz û baweriya bi parastina mirovên li vê xakê nema ye.

Hesen Rauç ê xwe li YPG'ê girt got, "Piştî ewçend tiştên bi serê min de hat, dixwazim bikevim nava Asayîşa Rojava, mal, bajar û gelê xwe biparêzim."

'DI NAVA YPG'Ê DE MIROV BI MIROVTIYA XWE DIHESIN'

Rauç anî ziman ku di navbera fermandarên rejîmê û yên YPG'ê ji her alî ve gelekî dûrî hev in û got, "Gelek hevalên min ji ber ku ev nêzîkatî dîtin, ji nava artêşa Sûriyeyê derketin û niha li nava refên YPG'ê ne. YPG ji ber felsefeya xwe hez ji mirovan dike û qîmetê dide wan. Mirov di nava YPG'ê de hêja ne, mirov bi xwe dihese ku mirov e. Min ev bi çavên xwe dît. Lewma ji nava artêkê derketim û tevlî YPG'ê bûm."

'GELÊN HESEKÊ DIXWAZE BI HEV RE BIJÎ'

Rauç da zanîn ew bi xwe ji semta Xweran a Hesekê ye, malbata wî demeke dirêj li vir ma û got, "Hesekê, tevî Kurd, Ereb, Suryanî-Asûrî alîgirê jiyana bi hev re ye. Yê ku vê hevgirtinê xera dike, nêzîkatiyên neteweperest ên rejîmê ye."

'JI BO PARASTINA MAL Û BAJARÊ XWE DIXWAZIM DI NAVA YPG'Ê DE BIM'

Rauç diyar kir, zarokên xizanan bi zorê di nava leşkerê de tên girtin û got, "Li taxa Maxrumê ku ez jê hatim, kesekî 5 salan leşkeriya bi zorê dikir. Bi sedan mirovên mîna vî hene, ku rejîm bi zorê leşkeriyeke demdirêj bi wan dide kirin. Di destê van mirovan de ne belgeyek heye, le alîkariyekê distînin. Ji ber ku malbatên van mirovan li herêmên di bin kontrola rejîmê de ne, neçar in leşkeriyê dikin. Artêş sivîlan weke sûcdaran dibîne. Dema ku tiştekî biçûk dibe, yekser mirovan dixe zîndanê. Jê heye ku bi vî rengî dikare bertîlê ji mirovan bigire. Piştî ewçend tiştên bi serê min de hat dixwazim bikevim nava Asayîşa Rojava, mal û bajarê xwe biparêzim."

...