Leşkeran destûr nedan Çelîk û heyeta pêre biçin Rojava
Parlementerê HDP’ê yê Mûşê Demîr Çelîk û endamên Kongreya Îslama Demokrat ku xwestin di Deriyê Sînor Dilbêsiyê re derbasî Kantona Cizîrê ya Rojava bibin, ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin.
Parlementerê HDP’ê yê Mûşê Demîr Çelîk û endamên Kongreya Îslama Demokrat ku xwestin di Deriyê Sînor Dilbêsiyê re derbasî Kantona Cizîrê ya Rojava bibin, ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin.
Parlementerê HDP’ê yê Mûşê Demîr Çelîk û endamên Kongreya Îslama Demokrat ku xwestin di Deriyê Sînor Dilbêsiyê re derbasî Kantona Cizîrê ya Rojava bibin, ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin. Çelîk nerazîbûn nîşanî astengiya polîsan da. Polîsan xwestin Çelîk derb bikin.
Parlementerê HDP’ê yê Mûşê Demîr Çelîk ji bo hin hevdîtinên têkildarê ji nû ve avakirina Kobanê xwest tevî endamên Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) derbasî Kantona Cizîrê ya Rojava bibin. Heyet li Deriyê Sînor ê Dilbêsiyê yê Qoserê ji aliyê leşkeran ve hat astengkirin. Çelîk û heyeta pêre ku bi destûra ji Wezareta Hundirîn hatibû deriyê sînor bi hinceta “derbasbûna sivîlan qedexe ye”, hate astengkirin. Çelîk nerazîbûn nîşanî astengiya leşkeran dan û diyar kir ku ew dixwazin derbasî Kantona Cizîrê bibin. Çelîk da zanîn ku wana roja 12yê gulanê ji Wezaretê destûr wergirtiye û got: “Wezareta Karên Hundirîn destûr daye me. Li gel fermana wê jî ev bi seatan e em li vir tên ragirtin.”
Çelîk destnîşan kir ku mafê destlênedanê û pasaporta dîplomatîk a parlementeran heye, dikarin ji her cihî biçin her cihê din û têkildarê diyaloga xwe ya bi leşkeran re agahî da. Çelîk da zanîn ku leşkeran xwestine wan derb bikin.
Endamên KÎD’ê dan zanîn ku ew ji bo tevlî konferansek li Kantona Cizîrê bibin hatine û xwestine derbas bibin, lê ji aliyê leşkeran ve hatine astengkirin.Berdevkê KÎD’ê Fadil Bedîrhanoglu diyar kir ku wana beriya çend rojan serî li rayedaran dane, lê tu bersiveke nerênî ji rayedaran wernegirtine û got: “Welatek hukûmeta wê dibêje ez Misilman im, destûr nadin em tevlî konferanseke Îslamî bibin. Gelo ev tê çi wateyê? Şowê bi Qûrana Kerîm dikin, Misilmanî bi vê yekê nabe.”
Çelîk û endamên KÎD’ê piştî daxuyaniyên dan vegeriyan.