Lêgerîna li avahiyên HDP û DBP'ê yên Amedê qediya
Polîsên Tirk avêtin avahiyên HDP û DBP'ê yên Amed û navçeyên wê û dest bi lêgerînê kirin. Piştî lêgerîna bi saetan, polîsan dest danîn ser raporên partiyê, ewraq û pirtûkan.
Polîsên Tirk avêtin avahiyên HDP û DBP'ê yên Amed û navçeyên wê û dest bi lêgerînê kirin. Piştî lêgerîna bi saetan, polîsan dest danîn ser raporên partiyê, ewraq û pirtûkan.
Polîsên dewleta Tirk duh bi şev bi rengekî hevdemî avêtin ser avahiyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amed û navçeyên wê. Lêgerînên li van avahiyan, piştî çend saetan qediya. Di encama vê lêgerînê de, rapora li ser pêvajoya şer a bi mehan a li Sûrê jî di nav de gelek rapor hatin desteserkirin.
Li navçeya Licê ya Amedê, polîsan avêtin ser avahiya hevpar ku rêxistinên HDP û DBP'ê lê ne. Polîsan derî şikandin û bi vî rengî ketin hundir. Lêgerîna li vir heta danê sibehê dewam kir û di dawiyê de ewraq û pirtûkên li avahiyê hatin desteserkirin.
Polîasn di heman demê de avêtin ser avahiyên DBP û HDP'ê yên navçeya Erxeniyê. Ji ber ku kesek li avahiyê nebûn, polîsan derî şikandin û li nava avahiyan dest bi lêgerînê kirin. Piştî lêgerînê, polîsan mifteya derî guherandin ji bo raporê xwest endamên partiyan bên emniyetê.
Li avahiyên HDP û DBP'ê yên navçeya Farqînê jî, di serdegirtin û lêgerînê de hin poster û kompûter hatin desteserkirin.
Tevî serdegirtinên li avahiyên HDP û DBP'ê yên Amed û navçeyên wê, polîsên Tirk di heman demê de avêtin malên endamên partiyê û hin kes binçav kirin. Navên kesên hatine binçavkirin, nehat hînbûn.