Kuştina ciwanên Kurd li leşkeriya Sûriyeyê didome

Kuştina ciwanên Kurd li leşkeriya Sûriyeyê didome

Kuştina bi guman a leşkerên Kurd ên ku bi darê zorê di nava artêşa Sûriyeyê de leşkeriyê dikin berddeewam dike. 2 ciwanên Kurd ên jiEfrînê ji ber sedemên nehatin aşkerekirin jiyana xwe ji dest dan.

Leşkerê kurd Mihemed Cemal Bîlal ku li herêma Sese ya paytexta Sûriyeyê Şamê leşkerî dikir di rewşeke tarî de jiyana xwe ji dest da. Fermandarên wî bi riya telefonê ji malbatêre gotin ku kurê wan hatiye kuştin. Bêyi ku tu agahiyan lê zêde bikin. Dema ku malbatê cenaze ji nexweşxaneya leşkerî ji Şamê anî wan dîtin ku kurêwan bi kêrê hatiye serjêkirin.

Mihemed di 1991 de li Gundê Elîskê a Rajo ya Efrînê ji dayik bûye. Liciyê jidayik bûna xwe hate veşartin.

Leşkerê Kurd Delîl Yûsiv Hec Elî ku li gundê Omaro ya navçeya Şera ya Efrînê di dema leşkeriya xwe de kete kemîna komên çekdar de û hate kuştin.