Kurê Şaredarê Elkê hate binçavkirin

Kurê Şaredarê Elkê hate binçavkirin

Polîsan di ser mala Şaredarê Elkê Yûsûf Temel de girt û piştî lêgerînê kurê Temel Serhat Temel binçav kirin.

Yekîneyên Midûriyeta Polisan ya Elkê di ser mala Şaredarê Elkê Yûsûl Temel de girt. Polîsan piştî lêgerînê kurê Temel Serhat Temel yê 16 salî binçavkirin. Hate zanîn ku, dema polîsan b ser mala Temel de girt Şaredar Yûsûf Temel ne li malê bû. Dema nûçegihanên ajansa DÎHA'yê yên Şirnexê Delîl Temel û Cengîz Oglagi jî nûçe dişopandin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Sedema serdegirtina mala Temel nehat zanîn. Sedema binçavkirina kurê Temel nehat zanîn û nûçegihanên ajansa DÎHA’yê Temel û Oglagi li Midûriyeta Polisan ya Elkê tên girtin.